Hakan Çopur
23 Îlon 2025•Rojanekirin: 23 Îlon 2025
Serokomar Recep Tayyip Erdogan der heqê jenosîdê li Xezeyê da wiha got, "Bi awayekî din îzeha vê ne mumkin e. Ev tam jenosîdek e. Kiryarê vê jenosîdê (Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin) Netanyahu ye."
Serokomar Erdoganê ku ji bo beşdariya civîna Lijneya Giştî ya NYyê ya 80yemîn li New Yorkê ye, hevpeyvînek da qanala Amerîkan Fox Newsê û der heqê polîtîkaya derva da daxuyaniyên giring dan.
Serokomar Erdogan beşdarî bernameya Bret Baier bû û polîtîkayên Tirkiyeyê yên di mijara jenosîda li Xezeyê û şerê Rûsya-Ukraynayê da nirxandin.
Erdogan pirsa bêjer a "Kirinên li Xezeyê hûn wekî jenosîdekê dinirxînin?" wiha bersivand, "Bi awayekî din îzeha vê ne mumkin e. Ev tam jenosîdek e. Kiryarê vê jenosîdê Netanyahu ye. Netanyahu bi awayekî pir bi dilkevirane di vê jenosîdê da bi deh hezaran kes qetil kirin. Wekî Tirkiye em bi temamî li dijî vê jenosîdê ne."
Serokomar Erdogan her wiha bal kişand ku li Xezeyê zêdetirî 125 hezarî birîndar hene û wan hejmareke mezin ya birîndaran ji bo tedawiyê anî Tirkiyeyê.