Koray Taşdemir
29 Hezîran 2025•Rojanekirin: 30 Hezîran 2025
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir, ew êrîşa terorê ya ku li Pakistanê hat kirin, lenet dike û wiha dewam kir, "Rehma Xwedê li birayên me yên Pakistanî be ku di êrîşê da hatin kuştin. Xwedê şifayê ji birîndaran ra bişîne. Ez ji gel û hikûmeta Pakistana dost û bira ra sersaxiyê dixwazim."
Serokomar Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got:
"Ez êrîşa terorê ya menfûr ku duh li dijî Pakistanê hat kirin, lenet dikim. Rehma Xwedê li birayên me yên Pakistanî be ku di êrîşê da hatin kuştin. Xwedê şifayê ji birîndaran ra bişîne. Ez ji gel û hikûmeta Pakistana dost û bira ra sersaxiyê dixwazim. Wekî Tirkiye çawa ku me her wext û di her mijarê da kiriye, em ê di têkoşîna wê ya terorê da jî seba Pakistana dostê xwe piştgiriya xwe bidomînin. Çawa ku em di rojên şad da ligel bûn, em ê di rojên dijwar da jî ligel xwişk û birayên xwe bin."