Abidin Yel
14 Gulan 2026•Rojanekirin: 14 Gulan 2026
Li Cizîra navçeya Şirnexê TIR welgeriya û ajokarê wê mir.
TIRa komira xubarî barkirî ya bi plaqeya 01 YH 597 ya ku Aslan Cevher diajot, li tanga Xaniyên TOKÎyê yên li Taxa Cumhuriyetê welgeriya şarampolê.
Bi welgerînê ra agir bi TIRê ket.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, polês û îtfaiyeyê şandin cihê qezayê.
Şewat bi midaxeleya ekîbên îtfaiyeyê hat vemirandin.
Di kontrola ekîbên tenduristiyê da eşkere bû ku ajokar miriye.
Termê ajokar rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.