Muhammed Karabacak
09 Mijdar 2025•Rojanekirin: 09 Mijdar 2025
Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şara ji bo ku hevdîtinên fermî bike, gihîşt Amerîkayê.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANAyê, Serokomar Şara piştî beşdarbûna "Civîna Avûhewayê ya COP30" ya di 6ê Mijdarê da li Brezîlyayê çêbû, çû Amerîkayê.
Tê pêşbînîkirin ku Şara di 10ê Mijdarê da li Qesra Spî wê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra hevdîtinê bike.