Can Hasasu
20 Hezîran 2026•Rojanekirin: 20 Hezîran 2026
Serokê Amerîkayê Donald Trump di merasima ji bo Air Force Oneya balafira Serokatiyê ya ku nû ket xizmetê hat lidarxistin da got ku "Em ê bi vê (gelekî seyahatan bikin. Em ê di demek nêz da biçin Tirkiyeyê jî." û sînyala ku dê beşdarî Lûtkeya NATOyê ya ku dê tîrmehê li Enqereyê bê lidarxistin da.
Trump di merasima ku li Baregeha Asîmanî ya Mişterek a Andrewsê hat lidarxistin da axivî û Boeîng 747ê ku ji hêla Qeterê va hat bexşandin û piştî xebatên modernîzasyonê yên berfireh wekî balafira Serokatiyê xistin xizmetê nasand.
Trump diyar kir ku bi Aîr Force Oneya nû ra dê gelek ziyaretên li dervayî welêt bikin û got ku "Em ê bi vê (gelekî seyahatan bikin. Em ê di demek nêz da biçin Tirkiyeyê jî. Em ê di nav salê da dîsa biçin Çînê. Serokdewlet Şî Cînpîng dê di îlonê da bê vir. Em ê paşê ji bo konferanseke mezin a li Çînê dîsa biçin wir."