Hüseyin Demirci
20 Hezîran 2026•Rojanekirin: 20 Hezîran 2026
Li Sariqamîşa navçeya Qersê tebîet bi kulîlk û perperokan rengîn bû.
Bi germahiyê ra li daristanên çaman û çêreyên li herêmên Soguksu û Hamamliyê kulîlkên curbecur hêşîn bûn û perperokên ku di nava kulîlkan da difiriyan, bedewiyeke bêhempa li xwezayê zêde kirin.
Emrah Çobanê Koordînatorê Zanistê yê Komeleya KuzeyDogayê ji nûçegihanê AAyê ra got ku xweza piştî baranên biharê vejiya.
Çoban diyar kir ku Sariqamîş bi nebatên xwe yên dewlemend û bilindahiyên cuda yek ji jîngehên girîng yên perperokan e.