İbrahim Atmaca
22 Adar 2018•Rojanekirin: 23 Adar 2018
ANKARA
DEAŞê êrîşî Komeke Tirkmenên Iraqî yên ji bo pîrozkirina newrozê ji Bexdayê diçûn Hewlêrê kir û Tirkiyeyê êrîş bi tundî şermezar kir.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Karên Derva hat dayîn, di nav kesên ku di êrîşê da mirin û birîndar bûn da jin û zarok jî hene.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Em vê êrîşa menfûr ku li dijî hemnijadê me hat kirin bi tundî şermezar dikin, Xwedê rehma xwe li kesên mirî bike, serê eqrebayên wan sax be, Xwedê şifayê ji birîndaran ra bişîne."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di demên dawîn da Tirkmenên Iraqî rastî êrîşên terorê tên û wiha hat gotin: "Ji bo ku li dijî Tirkmenên Iraqî tehdîdên asayîşê werin berterefkirin em li bendê ne ku meqamên Iraqê tevdîrên hewce demildest hildin."