Önder Beyter
05 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2020
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku wan ji bo çekên nû 2 trilyon dolar xerc kir û heger Îran êrîşî baregeheke Amerîkayê bike, ew ê ji van çekan hinekan li dijî Îranê bi kar bînin.
Trump piştî daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê ku destnîşan kiribû, wan 52 hedefên Îranê destnîşan kirine û ew ê beramberî êrîşeke muhtemel a Tehranê li van hedefan bixin, gefeke nû li gefên xwe yên dijî Îranê zêde kir.
Trump ji ser Twitterê peyameke din parve kir û wiha got, "Amerîkayê ji bo ekîpmanên eskerî teze 2 trilyon dolar xerc kir. Di dinyayê da yê herî mezin û baş em in. Îran heger êrîşî bareheke Amerîkayê an jî welatiyekî Amerîkayê bike, em ê ji ekîpmanên nipînû û ring hinekan ji wan ra bişînin, beyî dudilî."
- Rageşiya Amerîka-Îranê
Rageşiya di navbera Amerîka û Îranê da piştî ku hefteya borî rêxistina Ketaîb Hîzbullahê ya bi piştgiriya Îranê bi rokêtan êrîşî baregeha eskerî ya K1 a li Kerkûkê ya ku lê eskerên Amerîkayê kir zêde bû.
Di êrîşa ku bi 31 rokêtan hat kirin da personelekî bipeyman ê Amerîkayî hatibû kuştin gelek eskerên Amerîkayê jî birîndar bibûn. Li ser vê êrîşê Amerîkayê jî li Iraq û Sûriyeyê êrîşî 5 baregehên rêxistinê kirbû, li ser vê milîsên şiî êrîş Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê kirbûn.
Amerîka esker sewqî herêmê kirbû û tehde li Iraqê kirbû û pêk anîbû ku milîsên şiî yên li ber derê Balyozxaneya Bexdayê ne belav bibin.
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihandibû ku Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Serokê Heşdî Şabiyê Ebu Mehdî el-Muhendis di êrîşa ku nêzî Balafirgeha Bexdayê hat kirin da hatin kuştin.
Ayetullah Elî Xameneyê pêşengê dînî yê Îranê destnîşan kiribû ku wê tola êrîşa Amerîkayê hildin. Xameneyê li Îranê ji bona 3 rojan şîna neteweyî îlan kir ragihand ku wê bersiveke tund bidin hêzên Amerîkayê.