Lale Köklü Karagöz
13 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 07 Sibat 2025
Ji deriyên sînor ên li Hatayê yên Cîlvegozu, Yayladagi û Zeytîndaliyê ra vegera Sûriyeyiyan berdewam e.
Sûriyeyiyên ku di dema şerê navxweyî da xwe spartin Tirkiyeyê, piştî rûxîna rejima Beasê ya 61 salan, vedigerin welatê xwe û ji bo vê her sê 3 deriyên sînor ên li Hatayê jî diemilînin.
Yên ji Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê yê li navçeya Reyhanliyê ra derbas dibin, pêşiyê dikevin dora miemeleyên gumrikê ku cendirmeyê ji bo ewlehî û pergalê tedbîr sitandine.
Wesayîtên Şaxa Xizmeta Mobîl a Rêveberiya Koçê ku li vir hatine bicihkirin jî, miemeleyên derketinê hêsantir dikin.
Kesên ku miemeleyên wan ên gumrikê temam dibin, derbasî aliyê Sûriyeyê dibin.
- "Malbata min li vir ma, lê heta mehek du mehan ew ê jî werin"
Mihemed Elî El-Hemmûd (52) yek ji wan kesan e ku hatin ber Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê El-Hemmûd ji rojnamegeran ra diyar kir, ew gelekî kêfxweş e ku ew ê 10 sal şûnda vegere Heleba memleketê xwe.
El-Hemmûd ji ber mêvanperweriya wan, sipasiya gelê Tirkiyeyê kir û wiha got, "Elhemdulillah şer xilas bû, Esed çû."
Edeyîr Hec Mihemed (18) jî diyar kir ku wî li Tirkiyeyê perwerde sitand û wiha dewam kir:
"Şer xilas bû, rejim jî rûxiya. Dibêjin li wir rewş baş e. Em ê lê binihêrin ka jiyan me dibe ku. Li hember eqrebayên min li benda min in. Serê ewil ez diçim, malbata min li vir ma, lê heta mehek û du mehan ew ê jî werin."
Safa Hedlî (13) jî bal kişand, ew kêfxweş e ku ew ê vegere welatê xwe û wiha dewam kir, "Em vedigerin memleketê xwe Îdlibê. Berî me bavê min çûbû, niha jî em û diya min em diçin. Ez xwendekarê pola 7em im. Ez ê li wir xwe qeydî dibistanê bikim. Paşê jî em ê mala xwe têkûz bikin."