Abdullah Tel
13 Adar 2018•Rojanekirin: 14 Adar 2018
MOSKOVA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê têkiliyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê da got: "Berpirsên pirsgirêkên dinyayê û meseleyên ku îro em rû bi rû mane em nînin, çareserkirina van jî bi tenê wezîfeya Tirkiye û Rûsyayê nîne. Wisa be pergala kurewî û rêxistinên navneteweyî divê çalaktir bin."
Çavuşogluyê ku ji bo beşdarî civîna 6emîn a Koma Plankirina Stratejîk a Hevkar ya di bin Konseya Hevkariya Payebilind a Tirkiye-Rûsyayê bibe li Moskovayê ye ewilî bi midûrên weşanên giştî yên çapemeniya Ûris ra hat bal hev.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu paşê jî li Enstîtuya Têkîliyên Navneteweyî ya Dewletê ya Moskovayê (MGIMO) li ser mijara "Polîtîkaya Derve ya Tirk) axivî û pirsan bersivand.
Çavuşoglu destnîşan kir ku di mijara Xutaya Rojhilat da tevlî Rûsyayê ji bo çareseriyekê bibînin ji dil hewl dan û wiha dewam kir: "Li Îdlib û Xutaya Rojhilat her çiqas ku hê jî hin binpêkirin hebin jî rewş li gor sal û nîvek berê gelek çêtir e. Em êdî li ser pêvajoya siyasî xeberdidin û ji bo Sûriyeyê êdî wext wexta encamê ye. Li devereke ku hizûr, aramî û ewlehî tunebe, şer lê dewam bike em jî di nav ewlehiyê da nînin."
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu ragihand ku hin caran li ser hevkariya nêz a di navbera Tirkiye û Rûsyayê da pirs jê tê kirin û wiha dewam kir: "Tevlî Rûsyayê me li Helebê şirîkatiyek dest pê kir û paşê Îranê jî tevlî vê şirîkatiyê kir. Me li ser çi lihevkiribe, ew sepand. Qet nebe ji bo sepandinê me hewl da û di encamê da jî gavên bikêr avêt û encam jî derket meydanê. Ji ber vê jî divê tu kes azic nebe û berevajiyê vê lazime piştgirî bidin. Lê berpirsên pirsgirêkên dinyayê û meseleyên ku îro li hember rû bi rû ne em nînin, çareserkirina van jî bi tenê wezîfeya Tirkiye û Rûsyayê jî nîne. Wisa be pergala kurewî û rêxistinên navneteweyî divê çalaktir bin