Türkan Tosun
07 Tebax 2019•Rojanekirin: 08 Tebax 2019
Hikûmeta Zelandaya Nû daxuyand Zelandaya Nû li Iraqê wezîfeya xwe bi cih aniye û daxwaza NATOyê ya ku dibêje ji bo avakirina saziyên eskerî yên li Iraqê divê li wir biminîn nehatiye qebûlkirin.
Li gor nûçeya Radyoya Zelandaya Nû (RNZ) daxwaza NATOyê ya ku dibêje divê ew Iraqê bisekinin di Lijneya Wezîran da hatiye axaftin, lê nehatiye qebûlkirin.
Wezîrê Parastinê Ron Mark got ji ber ku "Zelandaya Nû li Iraqê wezîfeya xwe bi cih aniye" ev daxwaz hatiye redkirin, lewra li herêmên din ên dinyayê yên wek Pasîfîk, qeraxên Pasîfîkê, Başûrê Rojhilat ê Asyayê sozên ku wan daye hene.
Di nûçeyê da hat gotin dema Serokwezîra Zelandaya Nû Jacînda Ardern li Brukselê çûye ziyareta baregeha NATOyê Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ev daxwaz ji wê kiriye û Stoltenberg vê hefteyê ev daxwaz dîsa aniye ziman.
Serokwezîra Zelandaya Nû Jacînda Ardern di Hezîrana 2019an da gotibû li Iraq û Efxanistanê dema wezîfeya eskerên Zelandaya Nû wê neyê dirêjkirin, di sala 2020an da ewê paşve bên kişandin.
Ardernê gotibû eskerên li Iraqê di nav 12 mehan da, yên li Efxanistanê jî wê di nav 18 mehan da vegerin welêt.
Eskerên Zelandaya Nû ji sala 2015an vir va bi eskerên Awustralyayê ra perwerdeyê didin eskerên Iraqî ku ew li hemberî DEAŞê têkoşînê bidin. Heta niha ji 44 hezarî zêdetir eskerên Iraqê ji hêla wan va hatine perwerdekirin.