Haydar Şahin
07 Tebax 2019•Rojanekirin: 07 Tebax 2019
Ji ber ku dawiya hefteyê li eyaletên Teksas û Ohîoyê êrîşên çekdarî hatibûn kirin li Meydana Tîmesê ya herî qerebalix a Amerîkayê dengê ji motorsîkletê derket bû sedema tirsê.
Li Meydana Tîmesê ya ku her roj bi hezaran turîst ziyaret dikin deng ji motorsîkletê derket gel wetrê êrîşa çekdarî tê kirin û tirsiya û revî.
Paşê hat fehmkirin ku dengê wekî dengê teqînê ji motorsîkletê derket.
Departmana Polêsan a New Yorkê piştî bûyerê li Twîtterê daxuyanî da û got, "Li Meydana Tîmesê êrîşa çekdarî nehat kirin. Dengê ji motorsîkletê derket wekî dengê sîlahê hat bihîstin. Meydana Tîmesê ciyekî ewledar e."
Li navendeke danûstandinê ya li El Pasoya bajarê Teksasa eyaleta Amerîkayê dawiya hefteyê êrîşa çekdarî hatibû kirin, di êrîşê da 22 kes hatibûn kuştin û 26 kes jî birîndar bibûn. Çend saet şûnda jî li nêzî bareke li Daytona bajarê Ohîoya eyaleta Amerîkayê êrîşa çekdarî hatibû kirin û 9 kes hatibûn kuştin.
Piştî lêpirsîna bi destê yekeyên ewlekariya Amerîkayê hat meşandin hatibû destnîşankirin ku di êrîşan da rêça "nijadperestiya çermsipiyan" heye û êrîşa li Teksasê jî wekî "terora navxweyî" hatibû nirxandin.