Haydar Şahin
26 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2023
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Huseyîn Emir Ebdullahiyan ji bo kuştina Razî Mûsewiyê ji fermandarên Artêşa Pasdarên Şoreya Îranê yên li Sûriyeyê yê di êrîşa Îsraîlê ya dijî cihekî nêzîkî Şamê da hat kuştin, berteka "Tel Avîv divê li benda hejmartineke bi paş da ya dijwar be" da.
Ebdullahiyan di parvekirina xwe ya li ser platforma medyaya civakî Xê ya der heqê bûyerê da serxweşî da malbata Mûsewî û her wiha gelê Îran û Sûriyeyê.
Ebdullahiyan, Mûsewî wekî "şêwirmendê têkoşîna dijî terorê ya li Sûriyeyê" yê welatê xwe wesifand û diyar kir, fermandarê navborî digel generalê Îranî Qasim Silêmanî yê li Iraqê di êrîşa Amerîkayê da hat kuştin, bi salên dûrûdirêj li herêmê maye.
Ebdullahiyan di parvekirinê da got, "Tel Avîv divê li benda hejmartineke bi paş da ya dijwar be."