Ali Semerci
29 Îlon 2024•Rojanekirin: 29 Îlon 2024
Artêşa Îsraîlê li Xeta Xezeyê êrîş birin ser 3 malên li cihên cuda di êrîşan da 5 kes hatin kuştin, gelek Filistînî birîndar bûn.
Li gor nûçeya WAFAya ajansa fermî ya Filistînê balafirên şer ên Îsraîlê li navenda bajêr yek li Kampa Penaberan ya Cîbaliyê du êrîş li dar xistin. Di êrîşan da 5 kes hatin kuştin, gelek Filistînî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê di êrîşên Îsraîlê yên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan dewam dikin vir va li Xeta Xezeyê kêmtirîn 16 hezar û 795 jê zarok, 11 hezar û 378 jin bi tevahî 41 hezar û 586 Filistînî hatin kuştin. Herwiha 96 hezar û 210 kes jî birîndar bûn.