Hikmet Temeş
08 Mijdar 2026•Rojanekirin: 08 Mijdar 2026
Fûara pirtûkan a ku ji hêla Walîtiya Hekariyê va tê lidarxistin bi beşdariya Walî û Wekîlê Şaredar Îbrahîm Taşyapan hat vekirin.
Taşyapan di vekirina fûara ku dê di hêwana werzişê ya girtî ya Dibistan û Dibistana Navîn a Cumhuriyetê di 7-15ê sermawezê da ziyaretvanan biezimîne da axivî û got kêfxweş e ku dê welatî û xwendekar bigihêjin pirtûkan.
Taşyapan diyar kir ku ji Hekariyê gelek nivîskar, helbestvan, wêjevan û zanyar derketine û got ku bi fûarê armanc dikin ku bi taybetî alema ramana ciwanan dewlemend bikin û pirtûkxwendinê pêş bixin.
Taşyapan bal kişand ku teknolojî her ku diçe di jiyana rojane da bêtir cî digire û wiha axivî:
"Di heyama me ya ku her tişt bûye dijîtal da em ji bo ku kêfa xwendina pirtûkan, kaxiz û ramanê ji ser pirtûkan bidin jiyandin me organîzasyoneke wiha li dar xist. Hêvî dikim ku em hê bêtir derkevin ser hedefên xwe. Zarokên me dê destê xwe bidin pirtûkan û hezkirina pirtûkan dê bi wan ra çêbe. Bi ramanên ku ji pirtûkan hîn bûn dê firk û ramanên wan pêş bikevin û bi bawerî li pêşerojê binêrin."
Taşyapan Hekariyiyan vexwend fûarê û xwest ku bila welatî ji telefon, tablet û kompîturan dûr bisekinin û pirtûkan bixwînin.
Pisporê dîroka îslamê û nivîskar Prof. Dr. Îhsan Sureyya Sirma jî diyar kir ji ber ku hatiye Hekariyê kêfxweş e.
Sirma got ku "Em ji ber ku ji Hekariyê hez dikin tên vir. Em ji mêj va dizanin ka Hekarî çiqas ji pirtûkan hez dike û dixwîne. Ez digel temenê xwe yê 80 salî hatim Hekariyê. Di serî da Birêz Waliyê me spasiya hemû birayên xwe yên Hekariyî dikim. Dibe ku hinek serma we bikeve lê heke hûn xweş pirtûk bixwînin dê germ bibin."
Piştî axaftinan Walî Taşyapan û kesên pê ra kurdeleya vekirinê ya fûarê birîn.