Li navçeya Artukluyê ya navend a Mêrdînê du malbatên ku dijminatiya hev dikirin, li hev anîn.
Halil İbrahim Sincar, Beşir Şavur
28 Hezîran 2026•Rojanekirin: 28 Hezîran 2026
photo: Halil İbrahim Sincar / AA
MARDIN
Li Artukluyê dijminatiya malbatên Acar û Çalişkan qasî du sal berê piştî şerekî ku kesek mir, dest pê kir.
Dijminatiya malbatan bi saya hewldanên Serokê Bajêr yê Mêrdînê yê MHPê Ferhan Bozkuş, bi dawî bû.
Piştî qanîkirina malbatan, li mala sersaxiyê ya li Taxa Kuyuluyê xwarina lihevhatinê hat dayîn.
Qaymeqamê Artukluyê Muhammet Oztabak di axaftina li vir da spasiya her kesê ku keda wan di pêkanîna vê aştiyê da heye kir û got ew hêvî dike ku bûyerên bi vî rengî yên xemgîn careke din çênebin.
Oztabak anî ziman lihevhatina malbatan ne tenê ji bo her du malbatan, ji bo navçeyê û herêmê jî gaveke girîng e ku biratiyê xurt dike.
Oztabak wiha axivî: "Ez bawer dikim ev tevgera mînakî ya ku malbatên me yên Acar û Çalişkan nîşan dan, wê ji bo çareserkirina nakokiyên din ên li herêma me bibe mînakeke baş. Yek ji erkên herî bingehîn ên dewleta me ew e ku rewşeke welatiyên me bikaribin di nav aştî, ewlehî û biratiyê da bijîn pêk bîne. Lê bidestxistina aştiya civakî ya mayînde ne tenê bi hewildanên dewleta me, di heman demê da bi saya hewildanên mezinên me, rûspiyên me û hemû beşên civakê va mimkun e. Ez dixwazim careke din spasiya her kesê ku ked û beşdariya wan di bidestxistina vê aştiyê da heye, bikim. Ez hêvî dikim ev rewşa yekîtî û biratiyê ya xweş mayînde be."
Wêne : Halil İbrahim Sincar/AA
Serokê Bajêr yê Mêrdînê yê MHPê Bozkuş jî daxuyand ji bo ku dijminatî dawî bibe ew bi malbatan ra axivîne.
Bozkuş got bi saya vê aştiyê, keda wan hemûyan bi hev ra di aştî û aramiya herêmê da çêbûye.
Miftiyê Bajêr Enver Turkmen jî spasiya kesên ku keda wan di vê aştiyê da heye kir.
Di bernameyê da Qur'ana Pîroz hat xwendin, dia hatin kirin, her du malbatan dest dan hevdu û li hev hatin.
Rûspî û hin nûnerên saziyên civakî yên sivîl jî beşdarî bernameya lihevanînê bûn.