Sabri Yıldırım
22 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2026
Li Mûşê dirûna dan û dexl di sezona nû ya 2026an da bi merasima ji hêla Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê hat lidarxistin va pêk hat.
Ji hêla Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê va li Kargeha Çandiniyê ya Yildizê ya Zanîngeha Muş Alparslanê bernameya dirûna dan û dexl hat lidarxistin.
Avnî Çakirê Waliyê Mûşê di bernameyê da axivî û diyar kir ku îsal baranê sûd û mefayeke zêde da çandiniyê.
Çakir bal kişand ku Mûşê sezoneke herî bi bereket a van salên dawîn derbas kir û wiha got, "Zeviyên me yên ceh û genim adeta bereket jê dikişe. Bejna tîr ji navtenga mirov derbas bûye."
Çakir destnîşan kir ku dan û dexlê tê rakirin, tê beramberî 11 milyar lîreyî û wiha dewam kir, "Em pêşbînî dikin ku îsal Ofîsa Mehsûlên Axê 270 hezar tonî werbigire. Em îsal 400 hezar ton genim û 200 hezar ton ceh rekolteyê pêşbînî dikin."