Müslüm Etgü
17 Hezîran 2026•Rojanekirin: 17 Hezîran 2026
Li Şanliurfayê hewaya germ bandoreke neyênî li ser jiyana rojane dike.
Li bajarê ku termometreyan 45 pile nîşan da, hinek welatiyên ku xwestin xwe ji germayê biparêzin li parkan û li qadên şînkayî yên Komelgeha Gola Masiyan, xwe dane ber siyê.
Hinek welatiyên li Komelgeha Gola Masiyan, sîwank bi kar anîn û hinekan jî şefqe dan serê xwe.
Li qada bazara dîrokî, ji bo ku welatî bikaribin di hewaya hênik da dan û sitandinê bikin, vantîlator tên xebitandin.
Hinek zarok jî ji bo hênikbûnê, ketin qenala avê ya li hewşa Mizgefta Hesen Paşa ya li Komelgeha Gola Masiyan.