Abdullah Tel
16 Gulan 2020•Rojanekirin: 22 Gulan 2020
Xaşxaşkên bi hatina biharê derketin erd û girên Dutaxa navçeya Agiriyê bi sor û geveziya xwe xemilandin.
Bihar hat, dinya germ bû û deşt û zozan bi gelek gul û çîçekên reng rengî xemilîn.
Li gundên ser navçeya Dutaxê ne jî gelek cihan xaşxaşkan vekir û li erdê keşk û hêşîn sor û gevez xuya dikin.
Xaşxaşk li çil û çiyayên herêmê hersal bi hatina biharê va di meha gulanê da vedikin û bêhna mirov derdixin.
Welatiyên li gundan hemberî vê xweşiya siruştî xwe ker nakin û têra dilê xwe di nav da digerin û ji bo bîranînê jî wêneyan dikişînin.