Cuma Sarı
18 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2021
Berfa demsalê ya ewil avêt ser Çiyayê Qerejdaxê ku bi qasî 45 kîlometre dûrî Siwêreka navçeya Rihayê ye.
Li herêmê navenda kaşûnê bi tenê li Qerejdaxê heye û serê çiyê bi berfê xemilî.
Berfa bi şev dest pê kir car caran dewam dike.
Rêya ku ber bi Navenda Kaşûnê ya Qerejdaxê va diçe jî ji ber berfê hatiye girtin û li hin deveran nêzî bihostekî berf bariye.
Li navenda bajêr jî car caran baran lê dike.