Zafer Tayfur
18 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2021
Li Başkaleya navçeya Wanê berfa li ser rê û peyarêyan kom bûye bi kamyonan dibin li dervayî navçeyê dirêjin.
Ekîbên Şaredariya Başkaleyê yên berfê paqij dikin li seranserê navçeyê ji bo welatî û şofêr zehmetiyê nekişînin li ser karê xwe ne.
Şaredarî ekîbeke ji 20 xebatkar û 4 kamyon û 5 makîneyên kar pêk tê ava kiriye û li ser karê xwe ne.
Qaymeqamê Başkaleyê û Wekîlê Şaredar Asim Solak diyar kir ku ji bo welatî di rojên zivistanê da zêde zehmetiyê nekişînin li ser karê xwe ne û wiha domand: "Ekîbên me bi şev û bi roj dixebitin. Em zanin paqijkirina berfê karekî zehmet û giran e lê ji bo welatiyên me zêde zehmetiyê nekişînin em dixebitin û di xizmeta wan da ne."
Ji hêla din va ekîbên şaredariyê ji bo vekirina rêyên gundên bi berfê hatine girtin jî vekin dixebitin.