İbrahim Atmaca
23 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2019
VAN
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê berf, bager û hişkî jiyanê dixe tengasiyê.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, berf û bagerê rêya 5 taxan girt.
Li navçeyên Başkale û Gurpinarê ji bo vekirina rêyan xebat didomin û hat ragihandin ku li deverên çiyayî serma û hişkî pir zêde ye.
Li navçeya Çaldêranê xalîçe û cil û bergên ku ji bo ziwakirinê li ser şirîtan hatin raxistin, ji ber hişkiyê qerisîn.
Bi baniyên avahiyan va şembelûkên dirêj çêbûn, tabela û daran jî cemed girt.
Li taxa Ayrancilarê zarokan xwe şiqitandin.

Ji şêniyên navçeyê Haydar Çinarci diyar kir ku hewa pir sar e û wiha dewam kir, "Ku karê me tunebe em dernakevin derva. Ji bo taxa me hatina xaza siruştî wê şert û mercên jiyanê pir biguherîne, em li bendê ne."
Abdurrahman Kedalî jî got ku ew her zivistan 4-5 ton komir dişewitînin û wiha dewam kir, "Înşeallah xebatên anîna xaza siruştî kuta bibe û were girêdan. Welatî jî wê rehet bikin. Bi salan e em li benda vê bûn, înşeallah ew ê bibe."
- Mûş û Bitlîs
Hat ragihandin ku li Mûşê berfû bagerê rêya 9 gund û 22 mezreyan, li Bitlîsê jî rêya 5 gundan girt, ji bo vekirina rêyan xebat didomin.
