Elif Orhan
22 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2019
SILÊYMANÎ
Zahir Ezîziyê 91 salî yê ku li Silêmaniya bajarê Iraqê dijî digel emrê xwe yê mezin her roj bi awayekî rêk û pêk 2 saetan dimeşe.
Ezîzî ji nûçegihanên AAyê re qala raza emrê dirêj kir.
Ezîzî destnîşan kir ku werziş û xwarinên tenduristî ji razên herî girîng ên emrê dirêj e û got ku her roj dimeşe û her dem xurekên organîk dixwe.
Ezîzî ev nêzî 70 sal in ku bi saya meşê li ser xwe maye û wiha axivî: "Ez ji sala 1950yan vir ve her roj du saetan bi xebatên germbûnê hereketan dikim û çend kîlometroyan dimeşim. Ez car carna jî derdikevime meşa çiyê."
Ezîzî got ku hemû hewcehiyên xwe ew bi xwe pêk tîne û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Rewşa tenduristiya min gelekî baş e, tu nexweşiyên min tunin. Ez ji bo emrekî dirêj dibêjim ku xurekên organîk bixwin. Ez di taştê de digel 5 şûşe şîrê çêlekan hingivîn, gûz û bayîfan dixwim. Nîvroyan goşt dixwim."
- Berberiyê jî dike
Ezîzî berberiya ku ji bavê xwe hîn bûye jî didomîne û qal kir piştî ku bavê wî mir ji sala 1957an vir ve berberiyê dike û hez ji pîşeya xwe dike.