Serhat Tutak
09 Nîsan 2025•Rojanekirin: 11 Nîsan 2025
Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê Abdulkadir Uraloglu destnîşan kir ku sezona nû ya Eksprêsa Diyarbekirê ya Geştiyarî ya ku dê di navbera Enqere û Diyarbekirê da di warê geştiyarî da bixebite, 11ê nîsanê roja înê birê dikeve û got, "Seferên Geştiyarî ji bo zindîkirina geştiyariya herêmî gelekî giring in."
Uraloglu di daxuyaniya xwe ya nivîskî da ragihand ku ewê Eksprêsa Diyarbekirê ya Geştiyarî di serdema 11ê Nîsanê - 25ê Gulanê da bi giştî 8 seferan li dar bixe.
Uraloglu diyar kir ku ewê Trên ji Enqereyê rojên înan û ji Diyarbekirê jî rojên yekşeman derkeve rê û got, "Yekemîn sefera Eksprêsa Diyarbekirê ya Geştiyarî ewê 11ê nîsanê roja înê destpê bike. Ewê trêna me ji 2 hefteyan carekê seferên bi beramberî li dar bixe. 4 ji bo çûnê û 4 ji bo vegerê. Bi vê ra him ewê geştiyariya navxweyî bê vejandin û him jî ewê bi çûn û hatina di navbera bajaran da veguhêzîna çandê çêbibe."