Mehmet Demirhan,Fecri Barlık,Halil İbrahim Sincar
09 Nîsan 2025•Rojanekirin: 10 Nîsan 2025
Li Mêrdîn, Şirnex û Sêrtê ewrên toz û xubarê bandoreke neyînî li jiyanê kir.
Ji ber ewrên tozê yên ku danê sibê li Mêrdîn û li hin navçeyan bandora xwe zêde kir, mesafeya dîtinê û qalîteya hewayê kêm bû.
Li navçeya navend Artukluyê avahiyên dîrokî, wesayît, pace û eywanên xaniyan di nava tozê de man.
Li herêmê dem demî baran barî û ji ber toz û baranê herî çêbû.
Tê payînkirin ku toz û xubar heta sibê wê dewam bike.
Pisporan hişyarî dan ku zarok, kal û pîr û kesên ku nexweşiya wan a bêhnhildanê heye heta ku mecbur nebin bila dernekevin derva.
Li Sêrt û Silopiya navçeya Şirnexê jî toz û xubar çêbû.
Li navçeya Silopiyê jî ji ber baranê li ser wesayîtan toz û herî çêbû.
Welatiyan toz û heriya li ser wesayîtên xwe paqij kirin.