Barış Gündoğan
07 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2024
Emîne Erdogana hevjîna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Bûyerên ku nuha li Filistînê diqewimin, ne rewa ne, ne jî rengvedana mafê xweparastinê ye. Bila em pênaseyeke safî jê ra bikin: Tişta ku Îısraîl li axa Filistînê dike 'Holokosteke post-modern' e.
Emîne Erdogan li Qetera paytexta Dohayê di çarçoveya Doha Forum 2024ê da beşdarî rûniştina "Yekdilî ji bo Filistînê: Di tarîtiya dagîrkerî û cînosaydê da parastina hêviyê" bû û gotarek pêşkêş kir.
Emîne Erdogana di foruma ku nêzîka 6 hezar kes tê da beşdarbûn da axivî û bibîr xist ku ji ser banga zarokên Filistînî ya di civîna çapemeniyê li ber deriyê Nexweşxaneya Şîfayê da ku gotin, "Me divê em bijîn, me biparêzin" ra 365 roj derbas bûn.
Erdoganê herwiha ew yek jî bibîr xist ku Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî Xeze weke "goristana zarokan" pênase kir û di ser ra 407 roj derbas bûn.
Emîne Erdoganê got, "Li Refeha ku hat gotin herêma ewle ye, konê zarokên Xezeyî yên ku ji cih û warên xwe mabûn hat bombarankirin û 44 kesan bi şewatê canê xwe ji dest da, ji ser vê ra jî 195 roj derbas bûn."
- Îro 428emîn roja cînosaydê ye
Emîne Erdoganê bal kişand ser wê yekê ku îrro 428emîn roja cînosaydê ye û wiha pê da çû:
"Ev 14 meh in, em dibin şahidê wê yekê zordestiyeke rêxistî, êrîşeke xedarane li dijî vijdanê hevbeş ê mirovayetiyê, heysiyeta mirovbûnê li dar dixe. Di bin navê 'Berxwedana rewa da' bêyî cudakirina ciwan, kal, pîr, jin, mêr, Xriîstiyan Misulman, tê hewldan welatek bi gel û çanda xwe va bi giştî ji dîrokê bê jêbirin.
Ez dixwazim ji hemî kesên xwedan wijdan bipirsim: Kuştina 16 hezar jê zarok, 44 hezar sivîlî bi awayekî hovane, bomberankirina nexweşxane, dibistan, îbadetxane, heta sêwîxane, di kîjan dînî yan di pergala hiqûqê da 'rewa' ye? Îsraîla ku zêdetir ji 70 hezar ton bombe avêt Xezeya ku nîvê serjimêriya wê yên ji 18 salî biçûktir in, xwe ji kê diparêze? Bûyerên ku nuha li Filistînê diqewimin, ne rewa ne, ne jî rengvedana mafê xweparastinê ye. Bila em pênaseyeke safî jê ra bikin: Tişta ku Îısraîl li axa Filistînê dike 'Holokosteke post-modern' e."
- "Em ew welatin ku herî zêde alîkarî şandiye Xezeyê"
Emîne Erdoganê tekezî li wê yekê kir ku Tirkiye ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji bo Xezeyê û herwiha naskirina Filistînê weke dewleteke serbixwe, hemî hewl3en xwe yên dîplomatîk didomîne û got, "Bi şandina 88 hezar ton alîkariya mirovî, em ew welatin ku herî zêde alîkarî şandiye Xezeyê."