Günay Nuh
09 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2024
Li Erdexanê bi tesîra sir û seqemê rûyê Gola Aktaşê cemed girt.
Li bajarê ku berf û serma bi bandor e, bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da dadikeve heya 15 pileyan.
Li navçeya Çildirê ya li ser sînorê Tirkiye-Gurcistanê, rûyê Gola Aktaşê bi tesîra sermayê bi temamî qerisî.
Hin welatî derketin ser cemeda rûyê golê ya stûriya wê gihîşt 5 santîmêtreyî û her wiha meşiyan û wêne kişandin.
Serkan Akgunê mixtarê gundê Kenarbelê yê li keviya golê ji rojnamegeran ra diyar kir ku li herêmê hewa pir sar e û wiha got, "Îsal serma nişkêva ket erdê û rûyê golê jî qerimî."