Fırat Taşdemir
10 Adar 2024•Rojanekirin: 11 Adar 2024
Ji bo rojiya ewil a meha remezanê îşev paşîv e û sibe êvarê jî fitara ewil e.
Di meha remezanê da ya ji girîngtirîn sê mehên ji bo Misilmanan e, îro êvarê nimêja terawîhê ya ewil dê li tevahiya welêt bê kirin.
Di pey ra ji bo rojiya ewil îşev paşîv e û sibe êvarê jî fitar e.
Imsaka ewil sibê li Îdirê di saet 04.52yan da û fitara ewil jî dîsa her li Îdirê di saet 18.13an da ye.
Roja ewil a meha remezanê imsaka dawîn li Çanakaleyê di saet 06.02yan da û fitara dawîn jî dîsa her li Çanakaleyê di saet 19.24an da ye.
Ji aliyekî din va Serokatiya Karûbarên Diyanetê ji bo îsal miqdarê fitreyê wekî 130 lîre diyar kir.