Cüneyt Çelik,Tevhid Furkan Nehri,Günay Nuh,Hüseyin Demirci
10 Adar 2024•Rojanekirin: 10 Adar 2024
Li Erziromê danê êvarê dem demî şepe çêbû, bi şev jî wek berf barî.
Serê sibê berfê zêde kir û bajêr çîlspî bû.
Piştî berfê ekîbên şaredariyê li kuçe û kolanan dest bi xebatên paqijkirina berfê kirin.
- Qers
Li Qersê berfa ku duh dest pê kir û îro heta serê sibê barî bajêr çîlspî kir.
Li ser rêya Qers-Dîgorê ji ber berfê şofêran zehmetî kişand.
Ekîbên Midûriyeta Herêma 18emîn a Rêbejayan li ser rêyan xebatên paqijkirina berfê dan destpêkirin.
Avahiyên dîrokî ji ber berfê çîlspî bûn û dîmenên xweş derketin holê.
Li navçeya Sarîqamişê piştî barîna berfê li navenda navçeyê qalindahiya berfê gihîşt 30 santêmî û li Navenda Xweşiqitandinê ya Sariqamîşê jî bû 165 santêm.
Dar û ber bi berfê nixûmîn, li ser banê xaniyan şembelûk çêbûn.
Welatî û esnafan berfa li ber mal û kargehên xwe paqij kirin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî berf barî.
Berfa ku destê spî barî bajêr çîlspî kir.