Hasan Hüseyin Kul
10 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2024
Navenda Kordînasyona Afatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (AKOM) daxuyand ku li bajêr ji êvarê pê va barana gur wê bibare û bahozê çêbibe.
Li gor daxuyaniya AKOMê, di serî da Stenbol li Herêma Marmarayê ji saet 1800î pê va dem demî bayekî xurt wê bê, hin caran jî ba wê wek bahozê dewam bike.
Li tevahiya bajêr baranê bibarê, hin caran ji ber barana gur li mêtroqereyî 20-50 kîlo baran wê çêbibe.
Germahiya hewayê wê ji nişkive 7-9 pile kêm bibe û dakeve 9-10 pileyan.
Tê texminkirin ku baran wê heta 09.00î dewam bike.
AKOMê hişyarî da ku li hemberî rewşên neyînî welatî bi tevdîr û baldar bin.