26 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2016
ŞANLIURFA
Nunertiya Sîweregê ya Weqfa Dawet û Biratiyê (Sîverek-Der) bi navê "Zivistan Dicemidîne, Biratî Germ Dike" kampanyayek da destpêkirin. Rêvebirên weqfê 3 TIR melzemeyên alîkariyê yên ku hatin berhevkirin bi merasimekê ve ji bo kesên ji Heleba Sûriyeyê hatin tehlîyekirin, şandin.
3 TIRên ku tê de xwarin, xurek û betanî hene bi xwedina Qur'anê û diayan ve ji Şanliurfayê rê ketin.
Rêvebirê Sîverek-Derê Haci Lale daxuyand ku di şer de herî zêde jin û zarok şerpeze dibin.
Lale got ku ew wek Sîverek-Der dixwazin ku ev êşa li herêmê dawî bibe û çi ji destê wan tê ew dikin.
Lale wiha axivî: "Em di alîkariyên xwe de nasnameya mexdûran û dînê mezluman napirsin. Ji bo dinyayeke azad û jiyaneke mirovî pêk bê em dixebitin, armanca me ev e. Li cihanê azadî û esaret, edalet û zilm gelek caran cih diguherîn. Li cihaneke wiha de divê ev berpirsyarî teqez çêbibe."