26 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2016
HAKKARÎ
Li Hekariyê wesayîtên ku ji ber berfê di rê da man ji aliyê ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê va hatin xilaskirin.
Li gundê Otlucayê yê Hekariyê ji ber berf û bagerê hin wesayît di rê da man.
Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê hatin deverê, bi makîneyên şixulê va rê vekirin û herwiha wesayîtên ku di nava berfê da asê mabûn, derxistin.
Li herêmê xebatên ekîban berdewam in.