Ali Gazel
25 Sibat 2025•Rojanekirin: 26 Sibat 2025
Li Adiyemanê kesek li keviya rê mirî hat dîtin.
Li Taxa Karapinara Adiyemanê li keviya rêya Gultepe Kume Evleriyê kesekî bi navê Yusuf Limun (70) bi mirîtî hat dîtin.
Li ser îxbara welatiyan polês û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê kirin.
Piştî kontrola ekîbên tenduristiyê derket holê ku Limun canê xwe ji dest daye.
Cenaze bi mebesta otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Adiyemanê.