Yılmaz Kazandioğlu
25 Sibat 2025•Rojanekirin: 04 Adar 2025
Li Wanê Şaredariya Bajarê Mezin ji bo heywanên bêxwedî "qada jiyanê ya siruştî" çêkir.
Li gor agahdarkirina Şaredariya Bajarê Mezin, ekîbên Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê ji bo parastin, tedawîkirin û rehabîlîtekirina heywanên bêxwedî xebatên xwe didomînin.
Di vê çarçoveyê da li taxa Kurubaşê ser eraziyekî 250 donimî ji bo heywanên bêxwedî "qada jiyanê ya siruştî" hat çêkirin.
Qada ku hat çêkirin, bi tevahî 2 hezar û 500 heywan tê da cih dibin. Li qadê seba xwarinê û avdanê cih û kûlik hene.
15 personel li qadê wezîfedar in û heywanên bêxwedî xwedî dikin.
Heke li navenda bajêr û navçeyan heywanên birîndar, nexweş hebin, ekîbên şaredariyê wan berhev dikin û pêşiyê dibin Navenda Qenckirin û Rehabîlîtekirina Heywanan.
Heywan li vê navendê tên tedawîkirin û paşê wan dibin "qada jiyanê ya siruştî".