Cüneyt Çelik,Günay Nuh,Yusuf Ayas,Abdullah Söylemez
03 Sibat 2025•Rojanekirin: 05 Sibat 2025
Li Erdexan, Qers û Agiriyê ji ber sir û sermaya zêde qeşa çêbû.
Li Erdexana ku termomêtreyan germahiya hewayê ya bi şev di bin sifirê da 23 pile nîşan dan, mij û dûman çêbû.
Li bajarê ku rê û peyarêyan qeşa girt, li ser banê xaniyan şembelûk çêbûn, dar û beran jî qiravî girt.
Ji welatiyan Yener Tekdemir got ku ji ber sermayê ew bi zehmetî diçin kar.
Li navçeya Goleyê ya ku termomêtreyan germahiya hewayê ya bi şev di bin sifirê da 27 pile nîşan da, mij çêbû, dar û beran giravî girt.

- Qers
Li Qersê jî sir û serma tengasiyê dide kişandin.
Li bajarê ku germahiya hewayê ya bi şev di bin sifirê da 15 pile hat pîvan, li ser dar û beran giravî çêbû û cihên avî jî qeşa girt.
Piştî berfê li siruşta ku çîlspî bû û gundan dîmenên xweş derketin holê.
- Agirî
Li Agiriyê jî sir û serma heye.
Li bajarê ku germahiya hewayê ya bi şev di bin sifirê da 19 pile hat pîvan çem û robar qerisîn.
Welatiyan betanî û brande avêtin ser wesayîtên xwe ku ji sermayê biparêzin.