Buğrahan Ayhan
03 Sibat 2025•Rojanekirin: 04 Sibat 2025
Qasî 20 milyon xwendekarên pêşdibistan, dibistana seretayî, dibistana navîn û lîseyan piştî betlaneya nîvê salê ya du hefteyan, îro dest bi serdema duyemîn a sala perwerde û hîndekariyê ya 2024-2025an kirin.

Qasî 20 milyon xwendekarên ku di dibistanên Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) da perwerdeyê dibînin û qasî 1,2 milyon mamosteyan di 9ê Îlona 2024an da dest bi perwerdeyê kir.
Xwendekarên ku ji 75 hezarî zêdetetir dibistan û qasî 750 hezar polan da dersan dibinîn, wê navbera serdama duyemîn jî di navbera 31ê Adarê û 4ê Nîsanê da bidin.
Serdama duyemîn a perwerde û hîndekariyê ya 2024-2025an wê di 20ê Hezîranê da temam bibe.

- Şêwirmendiya derûnî û rênîşandanê ya ji bo têkoşîna li dijî stresê
Piştî şewata otêlê ya li Kartalkayayê ya Boluyê, MEBê ji bo xwendekar, mamoste, dê û bavan Plana Çalakiyê ya Piştgiriya Psîkocivakiyê amade kir ku di serdema duyemîn da li dibistanan bê tetbîqkirin.

Di çarçoveya vê çalakiyê da, li dibistanan ji hêla mamosteyên rêberiyê yên pispor û şêwirmendên psîkolojiyê va xebatên rêberî û şêwirmendiyê yên derûniyê wê bên meşandin ku xwendekar di rewşên stresê yên ku piştî bûyerên trawmatîk çêdibin, bikaribin li ber xwe bidin û stresê çareser bikin.
