Günay Nuh
22 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2025
Li Goleya navçeya Erdexanê barana gur û zîpik barî.
Li tevahiya bajêr barana gur barî û cî bi cî jî zîpik barî.
Barana gur hin rêyên gundê Ugurtaşiyê yên navçeya Goleyê xerab kirin, avê da binê xanî û tewleyan.
Piştî bûyerê ekîbên AFAD û Îdareya Taybet a Navçeyê sewqî herêmê kirin.
Ekîban ava ku da binê xanî û tewleyan, vala kir.