Anıl Aydın,Günay Nuh,Talha Koca,Cüneyt Çelik
26 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2023
Li Erzirom, Erdexan û Qersê tesîra sir û serma û hişkiyê didome.
Li Erziromê berfa ku du roj e dibare vegerand hişkiyê. Li bajêr şadirwan qerimîn, şembelûk bi baniyan daliqîn.
Li bajêr her wisa li ser rê û peyarêyan cemed çêbû û ekîbên şaredariyê jî xebatên xwe yên avêtina berfê didomînin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî berf û serma bi tesîr e.
Ji ber hişkiyê li ser rê û peyarêyan cemed çêbû.
Dîsa li hin deverên bajêr berf û bager bi tesîr e.
Li navçeya Goleyê ekîban berfa li ser kuçe û kolanan avêtin.
- Qers
Li Qersê jî sir û sermayê tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Ekîbên Şaredariya Qersê şelên cemedê yên li ser peyarêyan paqij dikin.
Li bajêr dehl û devî jî ji ber seqemê qerimîn.