İbrahim Yaldız
26 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2023
Li Mûşê du roj in berf dibare û piştî ketina berfê gundên li deverên bilind di binê berfê da man.
Gundên ku li quntarê çiyayên bilind hatine avakirin berf zêde ket û piştî ketina berfê welatiyan berfa pêşiya xaniyên xwe avêt û rêya tewle û gomên xwe vekirin.
Li gundê Yukariyongaliya ku 50 kîlomêtre dûrî navendê ye, bilindahiya wê 1800 raqim e û ji 80 xaniyan pêk tê, xaniyên yekqatî, tewle û gom di binê berfê da man.
Ji şêniyên gund Eyup Omur ji rojnamegeran ra got ku ew li gundê Yukariyongaliyê dijî û 2 roj in berf dibare.
Omur diyar kir ku berf li gor salên berê dereng ket û wiha dewam kir, "Xaniyên me yên yekqatî di binê berfê da man. Em bi bêran berfa pêşiya xaniyên xwe davêjin. Em li ser berfê dirûngeyê datînin û gîhê didin heywanên xwe. Em 4 mehan li ser hev heywanên xwe şîv û taştê dikin."
Omer Çamtosun got, "Li gundê me berf zehf dikeve. Em heywandariyê dikin. Dema ku berf dikeve, em tengasiyê dikişînin."
Eşref Omur jî diyar kir, ji ber ku gundê wan bilind e, timî berf dikeve û wiha dewam kir, "Piştî barîna berfê em heywanên xwe di goman da xwedî dikin. Ev 4 mehan dewam dike. Di heman demê da em bi berfokan berfa pêşiya xaniyên xwe davêjin. Nêzî 40 salan e ku em rêncberiyê dikin."