Günay Nuh,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Sidar Can Eren
03 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2025
Li Erzirom, Qers, Erdexan û Tunceliyê piştî berfê hewa sar bû.
Li Erziroma ku germahiya bi şev di binê sifirê da 6 pile hat pîvan, paceyên wesayîtan qeşa girt.
Welatiyên ku serê sibê çûn ser karên xwe, qeşaya li ser paceyên wesayîtên xwe paqij kirin.
- Qers
Li Qersa ku germahiya bi şev di bin sifirê da daket 7 pileyan, dar û beran qiravî girt û li ser paceyên wesayîtan qeşa çêbû.
Li navçeya Sariqamîşê hin welatiyan wesayîtên xwe bi betanî û brandayan pêçan ku ji sermayê biparêzin.
Ji Welatiyan Yakup Gulle daxuyand ku germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da heta 7 pileyan kêm bûye û ew hêvî dikin ku berf bibare.
Qismeke mezin a Çemê Acisuyê qeşa girt. Sîvore, çivîk û heywanên din ên li daristanê hewl dan ku ji xwe ra xwarinê bibînin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî piştî berfê hewa sar bû.
Termomêtroyan germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 10 pîle nîşan da, li bajêr qeşa çêbû.
Qismeke Çemê Kurayê qeşa girt.
- Tuncelî
Li Tunceliyê jî germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 2 pîle hat pîvan.
Ji ber sermayê li ser hin rêyan qeşa çêbû.
Serê Çiyayê Kirklarê bi mij û dûmanê nixûmî.