Abidin Yel
03 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2025
Li Cizîra navçeya Şirnexê zarokekî 10 salî ku ji bo derxistina şimika xwe ket Çemê Dîcleyê, lê di ro da çû û winda bû, cesedê wî hat dîtin.
Li Taxa Konakê Ahmet Eyê 10 salî di Çemê Dîcleyê da winda bû û ji bo dîtina wî xebatan dest pê kir, lê piştî ku tarî ket erdê, navber dan xebatan. Ekîbên AFAD, îtfaiye û ekîbên lêgerîn û xelaskirinê yên binê avê serê sibehê cardin dest bi xebata lêgerînê kir.
Li ser avê bi botan va, di nava çem da jî bi kameraya binê avê lêgerîn hat kirin û cesedê kurikê piçûk hat dîtin.
Cinazeyê zarok ji çem hat derxistin û ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Duh li Taxa Konakê Ahmet E. (10) wexta ku li kêleka Çemê Dîcleyê digeriya, kita şimika wî ket çem û ji bo ku şimika xwe ji çem derxe, ket avê û di ro da çû.
AFAD û ekîbên lêgerîn û xelaskirina binê avê li kurikê piçûk geriyabûn û piştî ku tarî ketibû erdê, navber dabûn xebatê.