Cüneyt Çelik,İdris Karaoğul,Muhammet Mutaf,Günay Nuh
04 Sibat 2026•Rojanekirin: 11 Sibat 2026
Li Erzirom û Erdexanê berf dibare, li Qersê sir û serma heye.
Li Erziromê di rojên dawî da berfa ku bi navber dibare, bi şev cardin dest pê kir. Bi ketina berfê ra kuçe û kolan cardin spî bûn.
Ekîbên şaredariyê kolan ê peyarêyên bajêr paqij kirin, welatiyan jî berfa pêşiya kargehên xwe avêt.
Her wiha ekîb ji bo helandina cemedê di rêyan da xoyê reşand.
Li bajêr bişev germa hewayê 5 pile di binê sifirê da hat pîvan, di 24 saetên dawî da serê mêtreqareyê 3,5 kîlo berf ket, qalindahiya berfê 24 santêm hat pîvan.
- Qers û Erdexan
Li Qersê piştî ku 2 rojan ser hev berf ket, serma çêbû.
Ji ber sermayê li ser rê û peyarêyan cemed çêbû. Dîmena roviyê ku li ser berfê li xwarinê digeriya, hat kişandin.
Li navçeya Akyakayê jî bi ketina berfê ra gund spî bûn. Xwendekaran bi berfê leyîst û bûka berfê çêkir.
Li Erdexanê jî berfê navenda bajêr spî kir, rêyan cemed girt.