Fatih Çelebi
30 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2023
Li Oltuya navçeya Erziromê wesayîtek welgeriya şerampolê û ji heman malbatê 3 kes mirin.
Wesayîta ku şofêrê wê Arîf O. û plaqeya wê 06 FT 9541 e li ser rêya Erzirom û Erdexanê li Taxa Guzelsuyê welgeriya şerampolê.
Li ser cawdayînê ekîbên agirkuj, AFAD, tenduristî û ewlehiyê hatin cihê qezayê.
Hat tesbîtkirin ku şofêr û jina wî Nagehan O. li cihê qezayê mirine.
Tugçe O. ya ku birîndar bû û ew jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Oltuyê û li hemberî hemû hewldanan ji mirinê nefilitî.