Orhan Sağlam
30 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2023
Turîstên Îranî yên ku dixwazin sersalê li Wanê derbas bikin, di rojên dawîn ên salê da li bajêr digerin.
Gelek Îranî ji Deriyê Sînor ê Kapikoyê yê li navçeya Serayê derbasî welêt bûn.
Turîstên an komî an jî bi tena serê xwe bi wesayîtên xwe hatin bajêr li çarşiyê digerin.
Îraniyên ku dixwazin sala nû li Tirkiyeyê pêşwazî bikin danûstendinê dikin û ji ber vê rûyê esnafan dikene.
Midûrê otelekê Yunus Yuksel ji nûçegihanê AAyê ra diyar kir ku turîstên Îranî hem ji bo aboriya bajêr û hem jî ji bo aboriya welêt pir girîng in.
Yuksel got turîst Wanê ji ber ku nêzî Îranê ye tercîh dikin û wiha axivî: "Turîstên Îranî ji bo bajêr gelekî bi feyde ne. Xelkê Wanê ji ber ku mêvanperwer e ji geştyaran hez dike. Esnafên me bi berhemên erzankirî yên ku bi Farisî hatine nivîsandin va bala geştyaran dikişînin. Ji bo şeva sersalê rêjeya tijîbûna otelan gihişt ji sedî 100. Ji bo geştyaran bernameyên me hene. Îranî hem digerin û hem jî kêfê dikin. Heke şert û merc bêtir baş bin, hejmara geştyaran wê hê jî zêde bibe. Em ji ber vê rewşê kêfxweş in."
Gholamreza Naghilouyê Îranî diyar kir ku ew ê şeva sersalê li Wanê derbas bike û diyar kir ku ew 3 sal in Newrozê li Wanê pêşwazî dikin.
Naghilou wiha got: "Cejna me pir xweş derbas dibe. Ez li gelek deverên Tirkiyeyê geriyam, lê Wan ji bo me bi qîmettir e. Gelê Wanê gelek alîkariya me dike. Hêvîdar im sala nû baştir bibe."
Reyhan Naghilouyê jî diyar kir ku ew bi malbata xwe ra hatiye bajêr û wiha axivî: "Li vir şeva sersalê bernameyên xweş hene. Ev yek me kêfxweş dike. Li gorî bajarên din Wan erzantir e. Heke ji bo turîstan çalakiyên xweş bên kirin wê baştir be. Ger li Gola Wanê çalakiyên werzişên avê bên kirin wê zêdetir bala geştyaran bikişîne."