Türkan Tosun
17 Gulan 2020•Rojanekirin: 18 Gulan 2020
Ji ber astengkirina derketina derva ya ji bo pêşîlêbirîna vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) li Gazîentabê kuçe û kolan vikî û vala man.
Di çarçoveya giştînameya Wezareta Karên Navxweyî weşand da Zonguldax jî di nav da li 14 bajarên mezin 4 rojan derketina derva hat astengkirin.
Piştî qedexeya derketina derva li Gazîentabê kuçe, kolan û meydan xalî man.
Ji bilî rayedaran li bajêr kes naçe û nayê, trafîk pir kêm e.
Li Meydana Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê û kolanên Xazî Mixtar, Zanîngeh û Karataşê jî bêdengiyek heye.
Hêzên ewlehiyê kontrola wesayîtên diçin û tên dikin. Kesên guh nadin qedexeyê û derdikevin derva jî tên cezakirin.