Önder Beyter
21 Nîsan 2020•Rojanekirin: 22 Nîsan 2020
Li Ovacixa ku bi tebîeta xwe û jiyana ajalên kovî derdikeve pêş, bi hatina biharê ra hirç ji xewa çile hişyar bûn.
Li Geliyê Mercan a li tanga gundê Şahwerdiya li ser navçeyê, hirça ku tevî 2 kudikên xwe li pey xwarinê bû, di kamerayê da reng vedan.
Hirç û kudikên wê ku li ser belekiyên di gelî da ji xwe ra hinekî leyîstin, gava ku lê warqilîn tên temaşekirin, ber bi jorê hevraz bûn û ji ber çavan wenda bûn.