Türkan Tosun
21 Nîsan 2020•Rojanekirin: 23 Nîsan 2020
Guldexwînên li navçeya Ovacikê ya nava Çiyayên Munzurê li cihên bilind hêşîn dibin bi rengê xwe yên sor û xweş va mirovan heyran dihêlin.
Li taxa Kandolarê di hewşa malekê da jî guldexwîn hêşîn bûn.
Him şeniyên taxê û him jî wênekêş eleqeyê nîşanê van guldexwînan didin û tên temaşeya wan.
Emrê guldexwînan qasî 15 an 20 roj in.
Perperok û mêşên li ser guldexwînan datînin jî dîmenên xweş derdixin holê.