Sayim Harmancı
09 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2023
Li Hekariyê serê sibê berf barî û bajar çîlspî bû.
Li bajêr ji duh vir va baran dibarî û serê sibê jî berfê dest pê kir.
Piştî ku berf barî dar û ber, banê xaniyan bi berfê nixumîn.
Li gor Îdareya Taybet ya Bajêr li taxa Girê Şîvekurê ya ku bilindahiya wê 2 hezar û 700 mêtro ye û li bajaroka Durankayayê berf barî, qeşa, mij û dûman çêbû.
Ekîb ji bo ku rê neyên girtin dixebitin.
Ji bo şofêran hişyarî hat dayîn ku baldar bin û zincîrê jî di wesayîtên xwe da bihewînin.