IGDIR
Li Îdirê rayedarên dibistaneke taybet ji bo zarokan li hewşa dibistanê bexçeyê heywanan ava kirin.
Di bexçeyê heywanan de teyrê tawis, hespa midîllî, kûsî, ker, kêvroşk, werdek, jûjî, meymûn, elok û kew hene.
Ji bilî xwendekarên dibistanê xwendekarên din ên li bajêr jî tên dîtina bexçeyê heywanan.
Midûra beşa dibistana seretayî ya dibistanê Nurcan Ateşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo zarok ji siruşt û heywanan hez bikin bexçeyê heywanan ava kirine.
Ateşê destnîşan kir ku zarok eleqeyeke mezin nîşanî bexçe didin û wiha got: "Heta niha me 20 cure heywan anîn bexçeyê heywanan. Ji bo me xebateke girîng e. Kêfa zarokan tê. Armanca me ew e ku di pêşerojê de hejmara heywanan zêde bibe. Herî zêde meymûn, teyrê tawis û midîllî bala zarokan dikşînin."
Ateşê diyar kir ku li bexçeyê dibistanê fîgurên heywanan jî hene û wiha axivî: "Zarok her roj tên bexçeyê heywanan û ev me jî kêfxweş dike. Tim dixwazin heywanan ziyaret bikin. Bi vê re eleqeya wan a li ser siruştê jî zêde bû. Cihê dibistanê jî ji bo vê misaîd e. Hin heywan dizên û cûcik û têjikan derdixin û hin heywan jî dema wan a zayîn û cûcik û têjik derxistinê derbas bûye. Ev rewş zehf kêfa zarokan tîne. Li siruşta heywanan temaşe dikin."
- "Me bexçeyê heywanan anî ber piyê zarokan"
Ateşê destnîşan kir ku zarokên din ên ku li bajêr dixwînin jî eleqeyeke mezin nîşanî bexçeyê heywanan didin û wiha peyivî: "Dibistana me ji bo zarokên ku dixwazin werin bexçeyê heywanan ziyaret bikin wesaîtê dişîne. Xwendekar tên û bexçeyê heywanan ziyaret dikin. Înşellah em dixwazin bexçe mezin bikin û hejmara cureyan zêde bikin. Ev tiştekî yekem e. Zarok berê ji bo dîtina bexçeyê heywanan diçûn bajêrên mezin, lê me bexçeyê heywanan anî ber piyê zarokan, ji ber vê jî em bextewar in."