VAN
Navenda Sepandin û Lêkolînê ya Mala Pisîkan a Wanê ya Zanîngeha Yuzuncuyilê diyar kir ku ji bo hejmara pisîkê Wanê were tesbîtkirin, xebat dane destpêkirin.
Pisîka Wanê nirxekî girîng ya Wanê ye û bi taybetiyên xwe yên balkêş tê zanîn. Pisîka Wanê herî zêde bi şîrînbûna xwe, bi meşa xwe ya wek şêran, bi qimçika xwe ya ku dişibe ya roviyan, bi rengên çavên xwe yên cuda û bi hezkirina xwe ya avê tê zanîn.
Cisnê pisîka Wanê li ber tunebûnê ye û di salên 1990î de bi hevkariya Walîtiya Wanê û Zanîngeha Yuzuncuyilê ve Navenda Sepandin û Lêkolînê ya Mala Pisîkan a Wanê hat avakirin û navend bi xebat û lêkolînên xwe yên li ser pisîka Wanê cisnê pisikê diparêze.
Navend ji salên 1990î vir de xebatên girîng li ser pisîka Wanê dike. Niha jî bi projeyekê dixwazin hejmar, cinsiyet û emrê pisîkên Wanê hîn bibin.
Midûrê Navenda Sepandin û Lêkolînê ya Mala Pisîkan a Wanê Doç. Dr. Abdullah Kaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku hejmara pisîkên Wanê her ku diçe kêm dibe.
Kaya diyar kir ku ji bo tesbîtkirina hejmar û rêjeya pisîkan projeyê amade dikin û wiha got: "Em dixwazin hîn bibin ku li bajêr çend pisîk hene. Taybetî jî li Wanê çend pisîk hene. Bi vê projeyê em ê hejmar, cinsiyet û emrê pisîkên Wanê hîn bibin. Niha hejmareke teqez tuneye, ji ber vê jî divê ev xebat were kirin. Rastiyeke din jî ev e ku li Wanê her ku diçe xaniyên ku hewşa wan hene kêm dibin û bi vê re jî hejmara kesên ku pisîkan xwedî dikin kêm dibe. Ji ber vê jî divê xebateke zanistî were kirin."